Ebdulîlah Naîlî: Me di gorên bikom de termên gelek şehîdên Kurd dîtin

.

Serokê Saziya Şehîdan a Îraqê Ebdulîlah Naîlî ragihand ku ji 250 gorên bikom ên li Îraqê, zêdetirî 220î hatine vekirin û da zanîn ku hejmara şehîdên li saziya wan tomarkirî nêzîkî 277 hezarî ye.

Serokê Saziya Şehîdan a Îraqê Ebdulîlah Naîlî îro ji nûçegihanê Rûdawê Ziyad Îsmaîl re ragihand:

“Beşa şehîdên hêzên ewlehiyê zêdetirî 50 hezar şehîdan û beşa şehîdên sivîl ên ji ber terorê jî zêdetirî 160 hezar şehîdan li xwe digire.”

Naîlî diyar kir ku şandeyeke ji saziya wan diçe serdana Hewlêrê ji bo "koordînasyona li gel Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan a Herêma Kurdistanê, da ku databasa şehîd û enfalkiriyan bidin me" û da zanîn, "komek gorên bikomî li naverast û başûr û her wiha li rojavayê welêt hatine dîtin ku tê de termên gelek şehîdên Kurd hebûn."

Rûdaw: Hejmara şehîdên Îraqê yên di nav saziyê de çend e?

Ebdulîlah Naîlî: Hejmara şehîdan li Saziya Şehîdan li gorî beşan tê dabeşkirin. Di beşa şehîdên sûcên Beisê de nêzîkî 57 hezar şehîdên me hene, di beşa şehîdên Heşda Şeibî de zêdetirî 10 hezar şehîdên me hene. Di beşa şehîdên hêzên ewlehiyê de nêzîkî 50 hezar şehîd û di beşa şehîdên sivîl ên ji ber terorê de jî zêdetirî 160 hezar şehîdên me hene.

Rûdaw: Di nav wan de çend şehîdên Êzidî meaşê ji saziya we werdigirin?

Ebdulîlah Naîlî: Rastî, amarên me nînin, lê li Rêveberiya Şehîdan a Neynewayê, me şopandineke taybet ji bo karûbarên şehîdên Êzidî û girîngiyeke taybet bi wan re heye. Niha, her malbateke şehîdan a ku ji bo tomarkirina karûbarên xwe serî li Saziya Şehîdan dide, karûbarên wê bi lez tên meşandin û piştre ji bo wergirtina meaşê teqawidiyê ji Desteya Tekawidiyê re tê şandin.

Rûdaw: Li gorî agahiyên me, şandeyeke ji saziya we serdana Herêma Kurdistanê dike û li gel Wezareta Şehîdan a Herêmê dicive, armanca vê serdanê çi ye?

Ebdulîlah Naîlî: Armanc di serî de koordînasyona di navbera Saziya Şehîdan û Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan de ye, da ku databasa şehîd û enfalkiriyan bidin me. Ji ber ku di guhertina yekem a yasaya Saziya Şehîdan a hejmar 23 a sala 2024an de, şehîdên Pêşmerge bi komek maf û îmtiyazên manewî hatin girtin. Ji ber vê yekê, dema ku piştrastiyek ji bo Saziya Şehîdan bê dayîn, divê xwe bispêre belgeyên li cem Wezareta Şehîdan. Zêdetirî hevdîtinekê li Bexdayê hat kirin û ji bo xizmetkirina malbatên şehîdên me yên ku li Wezareta Şehîdan tomarkirî ne lê malbatên wan li derveyî Herêmê dijîn, dê serdanên me yên din ji bo Herêmê hebin. Ew kes in ku di nava wan maf û îmtiyazan de ne.

Rûdaw: Mijara yekkirina meaşên malbatên şehîdan a li gel Herêma Kurdistanê gihiştiye çi qonaxê?

Ebdulîlah Naîlî: Ev mijar, rastî, li derveyî desthilatên Saziya Şehîdan e. Biryareke Dadgeha Federal heye ku dibêje, kesê ku mafên xwe ji Wezareta Şehîdan wergirtiye, nikare wan qut bike û were Saziya Şehîdan. Vê biryarê rê li ber Saziya Şehîdan û hemû wezaretên pêwendîdar girtiye ku di yekxistina meaşan de bibin alîkar. Lê birayên me yên li Herêma Kurdistanê dikarin yasayên heyî biguherînin û bi vî rengî malbatên şehîdan bi maf û îmtiyazên nû bihewînin.

Rûdaw: Pirsa dawî, mijara zarokên winda yên Helebceyê gihiştiye çi qonaxê? Ji ber ku komîteyek di asta Komîteya Şehîdan a Parlamentoyê de û ji nûnerên we û nûnerên Wezareta Şehîdan a Herêma Kurdistanê hatibû avakirin, da ku biçe serdana Îranê û li wan zarokan bigere.

Ebdulîlah Naîlî: Rastî, bajarê Helebceyê di nav erdnîgariya Herêma Kurdistanê de ye, lewma di bin berpirsiyariya Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan de ye. Berpirsiyariya me li Saziya Şehîdan vekirina gorên bikomî li hemû deveran e, çi li Herêmê be, çi li hemû parêzgehên Îraqê be. Dema ku komek gorên bikomî li naverast û başûr û her wiha li rojavayê welêt hatin dîtin, termên gelek şehîdên Kurd hatin dîtin. Term hatin derxistin û testa DNAyê hat kirin û piştre termên wan radestî Herêmê hatin kirin, da ku bi awayekî rêkûpêk bên veşartin.

Rûdaw: Niha çend gor hene û dê di nêzîk de bên vekirin?

Ebdulîlah Naîlî: Gelek gor hatine vekirin. Zêdetirî 250 gorên me hene, ji wan zêdetirî 220 hatine vekirin û ji ber kêmasiya derfetên lojîstîkî yên tîma gorên bikomî, hindik mane ku nehatine vekirin. Koordînasyoneke me di navbera Saziya Şehîdan û Wezareta Karûbarên Şehîd û Enfalkiriyan de li ser mijara vekirina gorên bikomî, radestkirina terman, pirsa dadweriya pizîşkî û analîza DNAyê heye.

Rûdaw: Dê di nêzîk de dest pê bike?

Ebdulîlah Naîlî: Belê, kar berdewam e.

Rûdaw

Siyaset Haberleri

Alî Çeven: Dîsa dibêjim, ez ne Tirk im
Meclisa Leşkerî ya HSDyê civiya: ‘Em amade ne’
SWÊD - Kurdish Energy Drink bi Alaya Kurdistanê belav bû
Îstifayeke ji nişka ve: Geir Pedersen dev ji karê xwe berda
Li Kerkûkê çekdaran kemîn danî ber cotkarên Kurd