Ebdo: Em amade ne danûstandinê bi Hikûmeta Sûriyê re bikin

.

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser, bersiva Wezîrê Perwerdehiyê yê Sûriyê ya di derbarê xwendin û perwerdehiya li dibistanên Rêveberiya Xweser de da û got: “Em amade ne danûstandinê bi Hikûmeta Sûriyê re bikin.”

Li Parlamentoya Sûriyê Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyê Darim Teba di gotarekê de diyar kir, xwendin û perwerdehiya li dibistanên Rêveberiya Xweser tê kirin, ne perwerdehiyeke niştimanî ye. Herwiha got jî ew ê dibistanan ji destê Rêveberiyê derxin û ew ê bi xwe 2 saetan dersên Kurdî bidin.

Piştî van daxuyaniyên Wezîrê Perwedehiyê yê Sûriyê, Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser Mihemed Salih Ebdo ji K24ê re got: “Em wek Desteya Perwerdeyê, amade ne di bin serperiştiya UNESCO û UNICEF de danûstandinê bi Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyê re bikin, ji bo bigihin encamên erênî.”

Di sala 2015an de, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser perwerdehiya bi zimanê Kurdî û rêbaza xwe derbasî dibistanên deverê kiriye û minhacê hikûmete tenê li çargoşeya ewlehiyê ya li bajarê Qamislo û Hesekê tê xwendin.

 

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?