E-pirtûkek nû: 'Notên Xwendinê'

Dîyarname e-pirtûkek nû diweşîne: Ev e-pirtûka yekemîn a Dilşêr Bêwar e. Navê pirtûkê "Notên Xwendinê" ye û di vê de gelek nivîsên Dilşêr Bêwar ên berê li cihên cur bi cur hatine weşandin cih digirin.

Navenda Nûçeyan - Dilşêr Bêwar, di sala 1977'an de li gundê Qelêçî ya girêdayî navçeya Tatosê hatîye dinyayê.

Dibistana seratayî li gund, a navîn li Tatosê û lîse sala yekem li Erzeromê, du salên mayîn li Tatosê xwendîye. Ji sala 1997'an heta 2008'an li Îzmirê jîyaye û pişt re berê xwe daye Stenbolê. Dilşêr navê wî yê resen e. Ew karkerê înşaatê ye. Dîyarname jî di nav de heta niha di kovar û malperan de helbest, çîrok û rexne/krîtîkên wî

hatine weşandin. Ev berhema dijîtal berhema wî ya yekem e û ji nivîsên wî yên hatine weşandin hatîye pê.

E-pirtûk "Notên Xwendinê" ji 55 rûpelên A4 pêk tê.


Yên bixwazin bixwînin dikarin ji vê lînkê e-pirtûkê daxînin:

 

NOTÊN XWENDINÊ

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê