Duh 9 hezar û 877 kes bi Covid-19ê ketine, 193 kes mirine

.

Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 138 hezar û 941 kesan hatine kirin û di encamê de testa 9 hezar û 877 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 193 kes jî mirine.


Wezareta Tenduristiyê amarên nû yên derbarê koronavîrûsê ango Covid-19ê de li ser malpera xwe ya fermî weşandiye.

Li gor van amaran di 24 saetên derbasbûyî de test ji bo 138 hezar û 941 kesan hatine kirin û di encamê de testa 9 hezar û 877 kesan pozîtîf derketiye. Ji van  hezar û 515 kes weke “nexweş” hatine qebûlkirin.

Her hewa duh 193 kes bi nexweşiyê mirine. 10 hezar û 102 nexweş baş bûne û rewşa 3 hezar û 612 nexweşî jî giran e.

Li gorî heman amaran hejmara giştî ya nexweşan 2 mîlyon û 241 hezar û 912e.

Her weha 21 hezar û 488 kes mirine. 2 mîlyon û 136 hezar û 534 kes jî baş bûne.


 

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin