Du nivîskarên Rojavayê Kurdistanê pirtûkek li ser Mihemed Şêxo nivîsandin

.

Herdu nivîskarên Rojavayê Kurdistanê Mişel Osman û Ibrahîm Ebdê pirtûkek li ser hunermendê Kurd Mihemed Şêxo nivîsandine, pirtûk bi navê Humernemend Mihemed Şêxo - Huner e.

Di pirtûkê de, gotin û helbestên stranên Mihemed Şêxo hatine berhevkirin û belgekirin.

Rewşenbîr û lêkolerên Kurd, bi berhemên xwe, hunermendên xwe bibîr tînin. Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê - Şaxê Hesekê, roja Înê 03yê Sibata 2023yan, ahengek ji bo nasandina wê pirtûkê li bajarê Hesekê li dar xist Dîmenên taybet bi ahengê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re hatin şandin.

Ew aheng taybet bû bi îmzekirina pirtûkeke nû, li ser hunermendê Kurd, Mihemed Şêxo (Bavê Felek).

Pirtûk bi navnîşana “Hunermend Mihemed Şêxo – Huner”, ji aliyê herdu nivîskar û helbestvanên Kurd, Mişel Oman û Ibrahîm Ebdê ve, hatiye amadekirin, çapkirin û belavkirin.

Di pirtûkê de, gotin û helbestên stranên Mihemed Şêxo hatine berhevkirin û belgekirin. Li wê ahengê hejmarek ji hunermend, dengbêj û hezkirên hunermend Mihemed Şêxo amade bûn.

Aheng li hola Cegerxwîn a Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê hate lidarxistin û tê de hunermend Mihemed Şêx hate bibîranîn.

Çavkanî : Rudaw

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin