Du jinên kurd hatin bidarvekirin!

Li bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê du jinên kurd hatin bidarvekirin.

Li bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê du jinên kurd hatin bidarvekirin.

Li gorî agahiyan, îro danê sibê li girtîgeha navendî ya Ormiyê, du jinên kurd hatin bidarvekirin.

Ew her du jinên kurd, 15 sal berê bi tohmeta kuştina zilamekî hatibûn girtin, zilam jî hevjînê yek ji wan jinan bûye. Her du jin, jintiyên hev bûne.

Navê yek ji wan jinan Nazdar Vetenxah û navê ya din jî Araste Rencber bûye. Ewê ku hatiye kuştin, hevjînê Nazdarê bûye û Araste jî alîkariya wê kiriye.

Li gorî agahiyên ku malbatên wan dane zanîn, dadgehê mehek mohlet dabû wan da ku malbata kuştî razî bikin ji bo ku wan efû bikin lê piştî mehekê malbata kuştî li ser qîsasê îsrar kiribû, ji ber wê jî hatin bidarvekirin.

 

 

 

Kurdîstan Haberleri

Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?