Du gundên Şêrawa ya Efrînê hatin topbarankirin

.

Hêzên Tirkiyê û komên çekdar şeva bihorî çend gund û dever li navçeya Şêrawa ya ser bi herêma Efrînê ve ku hêj di kontrola hêzên Kurdî de ne, topbaran kirin.

Li gor çavkaniyên xwecihî, topxaneya artêşa Tirkiyê herdu gundên Merenaz û Elqemiye û derdora wan gundan li navçeyê kirine armanc.

Heman çavkaniyan dan zanîn ku piştî topbarankirina herdu gundan ji aliyê topxaneya Tirkiyê ve, çekdarên grûpên opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê bi çekên otomatîkî heman dever kirine armanc.

Ev sê roj in li pey hev, gund û deverên herdu navçeyên Şêrawa ya Efrînê û Şehba li bakurê Helebê rastî topbarana artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê tên.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?