Du girtiyên kurd ji îdamê rizgar bûn

Malbatên kuştiyan ew efû kirin


Li bajarê Ormiyê, du girtiyên kurd ji aliyê malbatên mexdûran ve hatin efûkirin û ji îdamê rizgar bûn.


Biryar bû îro li girtîgeha navendî ya Ormiyê du girtiyên kurd, ku bi tohmeta kuştina bi qest hatibûn girtin û bi îdamê hatibûn mehkûmkirin, bên bidarvekirin.


Lê li gorî agahiyên malpera Hengaw, çend xulekan beriya ku bên îdamkirin, malbatên kuştiyan ew efû kirin bi vî rengî ji darê filitîn.


Navê yek ji wan girtiyan Mihemed Teymûrî xelkê bajarê Neqedê bû, navê yê din jî Şahîn Xulamî xelkê bajarê Ormiyê bû.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?