Dr. Necmedîn Kerîm Koça dawî kir

.

Parêzgerê rewa yên bajarê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm koça dawî kir. 

Îro 31.10.2020ê parêzgerê rewa yê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm ji ber krîza mêjî koça dawî kir.

Ofîsa Dr. Necmedîn Kerîm daxuyaniyek belav kir û ragehand: ‘’Şeva borî demjimêr 11:00 şev li gor dema Amerîkayê Dr. Necmedîn Kerîm koça dawî kir.

Daxuyaniya ofîsa Dr. Necmedîn Kerîm waha ye:

Hemniştimaniyên ezîz ên Kerkûk û Kurdistanê…

Mixabin û bi xemgînî em radigehînin, piştî nexwaş ketina çend rojên borî birêz Parêzgehê Kerkûkû Dr. Necmedîn Kerîm îro 30.10.2020ê demjimêr 23:00 şev li gor dema Amerîkayê koça dawiyê kir.

Herwaha em aşkera dikin ku li ser wesiyeta wî xwedê jê razî Dr. Necmedîn Kerîm, termê wî emê bînin bo Kurdistanê û bi awayekî demkî li Kurdistanê dê bê veşartin, hema dema ku bajarê Kerkûkê tê azad kirin û di bin ewlehî û aramiya Pêşmerge de be, bi awayekî mayînde wê demê divê ji Kerkûk a pîroz re bê birin û li wê derê bê veşartin. Birêz Dr. Necmedîn berî koça dawî bike, ev erkê bicîh hişt, ku ji bo selametî û tenduristiya giştî a rewşa naha ya belav bûna vîrusa korona, ti cure qerebalixî û serxweşiyek bo wî nayê danîn. Malbata Dr. Necmedîn spasiya xwe bo hemû aliyan diyar dike, ku di dema borî de bi berdewamî di xema tenduristiya xwedê jê razî Dr. Necmedîn de bûne.

Ofîsa Xwedê Jê razî Dr. Necmedîn Kerîm

31.10.2020.

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin