Dr. Abdurahman Qasimlo li Brûkselê hat bibîranîn

Bi minasebeta 30yemîn salvegera şehadeta sekreterê Giştî yê Partîya Demokrata Kurdîstan(PDK ) a Îranê Dr. Abdurahman Qasimlo û hevalên wî ,li Brûksel a Belçîkayê li pêş Parlemento ya Ewropa yê duhî, çalakîya bîranînê hat li dar xistin.

Bi minasebeta 30yemîn salvegera  şehadeta sekreterê Giştî yê Partîya Demokrata Kurdîstan(PDK ) a Îranê Dr. Abdurahman Qasimlo û hevalên wî, li Brûksel a Belçîkayê li pêş Parlemento ya Ewropa yê duhî(09.07.2019) çalakîya bîranînê hat li dar xistin.


Bi minasebeta30yemîn salvegera  şehadeta Sekreterê Giştî yê Partîya Demokrata Kurdîstan(PDK) a Îranê Dr. Abdurahman Qasimlo û hevalê wî, ku di 13ê  Tîrmeha 1989î de bi destê rejîma  Îranê li Vîyanayê hatibû qetilkirin, li Brûksel a Belçîkayê,li pêş Parlemento ya Ewropa yê  çalakîyek hat li dar xistin.


Heyetek li ser navê PAKê beşdarî  xwepêşandanê bûn. Sekreterê Giştî yê PDK-Î Mustafa Hîcrî jî di xwepêşandanê de hazir  bû .


Xwepêşandan bi sirûda netewî û rêzgirtin ji bo pakîya canê şehîdê rêya rizgarîya Kurdistanê dest pê kir. 

Piştî rêzgirtinê Mustafa Hîcrî  axaftinek ji tevlîkaran re kir. Girseya bi sedan kesên ku ji gelek welatên Ewropa beşdar bûn, bi axaftin, peyamên cûda, şîar û sirûdan heta derengê rojê domîya..


RÛPELA NÛ
 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?