Doza Tahir Elçî bo 4 mehan hat paşxistin

Doza Tahir Elçî bo 4 mehan hat paşxistin

Piştî 5 salan bi ser kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî, îro 21ê Cotmeha 2020an yekemîn danişîna dadgehê li Dadgeha Cezayê Giran a 10emîn li Diyarbekirê birêve çû.

Di rûniştina dadgehê de ku hevjîna Tahir Elçî Turkan Elçî wekî parêzera stajyer beşdarî kir de, hemû daxwazên parêzeran ên rûbirû darizandin û guhdarkirina 2 polîsên gumanbar hatin redkirin û bi rêya SEGBİS (Platforma Dengî û Dîmenî) ji bajarên xwe beşdarî dadgehê bûn.

Diyarbakır Barosu Başkanı Tahir Elçi’nin katledilmesiyle ilgili 5 yıl sonra görülen ilk duruşma ertelendi. 

 Parêzeran di danişînê de reda hakimê dadgehê xwest û ev daxwaza wan jî hat redkirin û duyemîn rûniştina doza Tahir Elçî bo 3yê Adara 2021ê hat paşxistin.

Tahir Elçî 28ê Mijdara 2015an dema li ber Minareya Çarling a Sûra Amedê ji bo rawestandina şer û pevçûnan daxuyanî dida, bi guleyekê hatibû qetilkirin ku hê jî tevî raporên Baroya Diyarbekirê yên derbarê polîsên gumanbar de jî piştperdeya bûyerê nehatiye zelalkirin.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?