Dosyayek li ser M. Mistefa Barzanî û têkilîyên kurdan û Sovyetê

Kovara "Kurt Tarîhî" bi hejmara xwe ya 38'an li pêşberî xwendevanên xwe ye. Kovarê di vê hejmarê de li ser Mele Mistefa Barzanî û têkîyia kurd û Sovyetê dosya amade kirîye.

Navenda Nûçeyan- Kovara "Kurt Tarîhî"  ku 3 mehan carekê bi tirkî dertê û carinan hin nivîsên bi kurdî jî diweşîne, bi hejmara xwe ya kewçêr-sermawez-berfanbarê hinek bi derengî be jî derket. Di hejmara 38'an de bi navê "Mela Mistefa Barzanî û Têkilîyê Kurd-Yekîtîya Komarên Sovyetên Sosyalîst" (YKSS) dosya amade kirîye. Di vê serdema ku bi ser Rojava re têkilîyên kurdan û Rusyayê tê nîqaşkirin de dîroka têkilîyên kurdan û Sovyetê (Rusyayê) muhîm in. Kovarê jî dest avêtîye vê mijarê.

Di bin edîtorîya Firat Sozerî de dosya  hatîye amade kirin û wî di heman demê de bi navê "Bi belge û nameyan têkilîyên Mele Mistefa û YKSS" nivîsek nivîsandîye.

Di dosyayê de Angelika Pobedonostseva Kaya bi sernavê "Barzanî û  YKSS: Îtîfaqek ji ber çû?", Etienne Forestier-Peyrat" bi navê "Ji salên 1940'î heta 1980'yan Polîtîkaya Sovyetê ya Derve ya li Ser Kurdan û Aktîvîzta Kurdan a li Sovyetê", Nikoloya Lisenkov jî bi navê "Mistefa Barzanî û  Yekîtîya Soveyetê (1946-1964) nivîsa xwe nivîsandîye.

Di vê çarçoveyê de du nivîs jî bi kurdî hatine weşandin: Seîd Veroj bi navê “Eyloyê Pîr ê Kurdistanê”: Mistefa Barzanî (1903-1979)" û "Pêşwazîya Resmî ya Mele Mistefa Ji Alîyê Hikûmeta Kurdistanê ve" jî bi kurmancîya Zîya Avci hatîye weşandin.

Ji bilî dosyayê nivîskar û lêkolîner Rohat Alakom jî bi navê "Kurdê ku herî zêde ermenî xilas kirine: Muhtila Beg ê ji Miksê" nivîsa xwe pêşkêş kirîye.

Ji bo têkilî û xwestinê:

kurttarihi2017@gmail.com

0541 391 81 49

Dîyarname

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê