Diyarbekir- Jimara nexweşên Koronayê zêde bûye

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê ragihand; Diyarbekir yek ji wan pênc bajaran e ku gelek pêketiyên vîrûsa koronayê li wan bajaran hene.

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 49 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên ku ji ber koronayê mirine, gihişt 6 hezar û 511 kesan.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 3yê Îlonê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.

Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 1642 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û hejmara nexweşan gihiştiye 274 hezar û 948 kesan.

Herwiha di 24 demjimêran de 1211 kes baş bûne û hejmara kesên heta niha ji Covid-19ê rizgar bûne, gihiştiye 248 hezar û 87 kesan.

Fahrettin Koca, Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: "Rêjeyên zatureyê li pênc bajarên me yên ku herî zêde nexweş hene; Enqere: %4.7, Stenbol: %4.61, Qonye: %8.78, Qeyserî: %6.49, Diyarbekir: %8.37. Hêz di tedbîran de ye.”

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê