‘Divê piştî Şingalê, Kerkûk û hemû deverên din jî werin asayîkirin’  

‘Divê piştî Şingalê, Kerkûk û hemû deverên din jî werin asayîkirin’ 

Endamê Serkirdayetiya Partiya Sosyalîst a Demokrata Kurdistanê (PSDK) û Berpirsê Melbenda PSDKê li Kerkûkê Resûl Reûf got, rêkeftina asayîkirina Şingalê gelekî baş bû û divê piştî Şingalê rewşa Kerkûk û herêmên din jî werin asayîkirin.

Resûl Reûf ji BasNewsê re daye xuyakirin: “Her hengaweke bo asayîkirina rewşa axa Kurdistanê ji Şingalê heta Xaneqînê ku zirar ji şerê DAIŞê dîbûn gelekî  baş e. Cihê kêfxweşiyê ku Şingal û herêmên din werin asayîkirin û xelkê herêmê vegerin ser mal û zadên xwe. Rêkeftina Herêma Kurdistanê û Iraqê, hengaweke girîng e bo asayîkirina Şingalê. Em hêvîdarin piştî wê rêkeftinê Kerkûk û herêmên din ê Kurdistanî jî werin asayîkirin û lewre niha ji aliyê ewlehiyê ve nearamî li wan herêman heye.”

Resûl Reûf destnîyan kir, bi hatina aramiyê li hermên Kurdistanî yên derveyî îdareya Kurdistanê wê xelkê penaber vegerin ser malên xwe û ew hêvî dikin di demeke nêzîk de Kerkûk û hemû herêmên din jî werin asayîkirin.

Roja 9ê Cotmeha 2020an Hewlêr û Bexdayê rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê îmze kirin ku rêveberiyeke nû tê avakirin û hemû hêzên Heşda Şeibî û PKKê jî têne derxistin.

Kurdîstan Haberleri

Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin
PWK SWÊDÊ PÊŞEWAZÎYA ÎSMAÎL  BEŞÎKÇÎ Û HEVALÊN WÎ KIR!
Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in
Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir