‘Divê failên Elçî bêceza nemînin’

Platforma Hevpar a Mafê Mirovan diyar kir ku doza Tahîr Elçî piştî 5 salan tê lidarxistin û xwest fail bêceza nemînin.

Platforma Hevpar a Mafê Mirovan diyar kir ku doza Tahîr Elçî piştî 5 salan tê lidarxistin û xwest fail bêceza nemînin. 

Platforma Hevpar a Mafê Mirovan têkildarî doza Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di 28’ê Mijdara 2015’an hat qetilkirin daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pêwîste doza Elçî bêceza nemînin û tevî her tiştî Elçî ji bo aştî û mafê mirovan têkoşiyaye û ji ber têkoşîna birêve biriye wî wek “Qasidê Aştiyê” bibîr tînin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku derengmayîna lêpirsînê baweriyê nade û baweriya ji bo lêpirsînê bi gumanbar e. Di daxuyaniyê de hat gotin ku derbarê polîsên li cihê bûyerê de gumanbariya sûcek bi qewet heye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku daxilkirina polîsên gumanbar a lêpirsînê û her çiqas amadekirina doznameyê dereng ketibe jî ji bo xwegihandina edaletê destpêkek e.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê