Dîroknasê Kurd Prof. Dr. Mezher Ehmed li Almanyayê koça dawî kir

.

Dîroknasê navdar ê Kurd Prof. Dr. Kemal Mezher Ehmed, îro 16ê Adara 2021ê li Almanyayê koça dawî kir.

Xwarziyê Dr. Kemal, Dr. Henderên Cemal Soran, da xuyakirin, “Bi xemeke gelek mezin ve, bi dilekî pir êş ve, agahiya wefata profesorê mezin Dr. Kemal Mezher radigihînim, ku piştî nexweşiyeke demdirêj îro li nexweşxaneyeke bajarê Bonn yê Almanyayê ruhê xwe yê pak spart.”

Soran da zanîn ku wî jiyana xwe ji bo xizmeta neteweya xwe terxan kiribû û wiha got: “Ji ber vîrusa Koronayê, nabe taziye were danîn û dijwar e ku em termê wî yê pîroz bînin Kurdistana xoşewîst. Niyeta me wisa ye ku bi awayekî demkî li Almanyayê bi xakê bispêrin, bi hêviya ku di şert û merceke guncaw de bînin Kurdistanê li axa xwe bi merasîmeke şayeste were veşartin.”


 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê