Dîroka Selaheddînê Sultanê Misir û Surîyê

Dîroka Selaheddînê Sultanê Misir û Surîyê navê pirtûka François Louis Claude Marin e ku li sala 1758 an li Parîsê hatîye çapkirin û ev pirtûk ji alîyê Heval Bucak ve ji Fransî wergerandine ser zimanê tirkî.

Dîroka Selaheddînê Sultanê Misir û Surîyê navê pirtûka François Louis Claude Marin e ku li sala 1758 an li Parîsê hatîye çapkirin û ev pirtûk ji alîyê Heval Bucak ve ji Fransî wergerandine ser zimanê tirkî.

Marin di pêşgotina pirtûkê de behsa wê yekê dike ku ji bo çi pêwîstî bi nivîsandina vê berhemê kirîye. François Louis Claude Marin dibêje min hewlda çîroka Mîrekî bi nav û deng binivîsim ku hindî di nava misilmanan de xwedî bi navûdeng be, ewqas jî di nava mesîhî û kristîyanan de jî bi navûdenge. Bêhempa û bêmînakên qeder û jîyana wî ku ew gihandîye vê astê, serkeftinên şoreşên wî yên ku li Rojhilatê kirîn û li Rojava jî bi balkêşî û bandora wê hate dîtin, bûyerên ku di dema desthilata wî da rû dane, her wiha min xwest şer û hûnerên wî û ezmûnên wî, nifşên nû ji nêzîk ve bizanin.

Her wiha François Louis Claude Marin dide zanîn ku heta ku bikaribe vê berhemê binivîse, ewî hemû nivîs û pirtûkên di dema sedsala 12 an de xwendine.

Ev pirtûka bi navê Dîroka Selaheddînê Sultanê Misir û Surîyê ya nivîskar François Louis Claude Marin ji alîyê weşanxaneya Avesta ve hatîye çapkirin û pirtûk ji 432 rûpelan pêkhatîye.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê