‘Dîroka Qedîm a Kurd’ belav dibe

Berhemana bi navê ‘Dîroka Qedîm a Kurd (Mêjûy Dêrînî Kurd) a Ako Mihemed Mîrzadeyî, di demeke nêz de belav dibe.

Berhemana bi navê ‘Dîroka Qedîm a Kurd (Mêjûy Dêrînî Kurd) a Ako Mihemed Mîrzadeyî, di demeke nêz de belav dibe.


 

Nivîskar Ako Mihemed Mîrzadeyî, derbarê berhema xwe de dibêje, ev 9 sal in li ser vê berhemê kar dike û dibêje, “Pirtûk dîrok, arkeolojî û hunera avahîsazî ya Kurdan ku di encama 9 salan a bi vekolîna çavkaniyên dîrokî, li xwe digire. Xebat aşkerekirina dîroka Kurdan a ji 250 sal beriya zayînê heta 3mîn sedsala piştî zayînê, bi awayekî zelal e.”


 

Mîrzadeyî diyar dike, “Pirtûk mijarên bingeha navê Kurd, wateya wî û dîroka derketina wî, bingeha navên Med û Mîttanî, baweriyên Kurdan, jiyana wan li gor van baweriyan, dahênana nivîsa mixî ya Kurdî û kifşbûna wê, destanên hezar salî, derketina gelên Ekedî, Babîl, Asûrî, Fars û Ermeniyan li ser sînorê Kurdan û destpêkirina şeran di navbera wan de, li xwe digire.”


 

Ew nivîskar radigihîne ku ‘Dîroka Qedîm a Kurd’ dê bibe çavkaniyeke gelek girîng derbarê şêwazên jiyana Kurdan, asta serketin û binketinên wan, sedema jinavçûna mîrektî û împaratoriyên Kurdan de û aşkere dike ku ev berhem deriyekê li ber Kurdbûnê vedike û Kurdan dibe raboriya wan.


 

‘Dîroka Qedîm a Kurd’ ji 690 rûpelan pêk tê û di demeke nêz de ji weşanên Mêxekê der diçe.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?