Piştî ku hikûmetê tedbîrên tund girtin ber, xwenîşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê heta radeyekê kêm bûn.
Xwenîşandanên ku dawiya kanûna pêşîn ên ji ber rewşa xirab a aborî bi greva dikandarên Tehranê dest pê kiribûn, di demeke kurt de veguherîn xwenîşandanên li dijî hikûmetê û daxwaza rûxîna desthilatê.
Hikûmeta Îranê xwenîşanderan bi derxistina aloziyan û êrişkirina ser hêzên ewlehiyê û malê giştî tohmetbar dike û li hemberî wan tedbîrên tund bi kar tîne.
Zêdetirî 3 hezar kes hatin kuştin
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) ku navenda wê li Norwecê ye, herî kêm 3 hezar û 428 xwenîşander hatine kuştin.
Her wiha rêxistinên mafên mirovan texmîn dikin ku nêzîkî 20 hezar kes hatine desteserkirin.
Hikûmetê înternet li seranserê welêt qut kiriye.
"Hêzên ewlehiyê nikarin her tim li kolanan bin"
Peymangeha Lêkolînên Şer a li Washingtonê (ISW) diyar kir ku dibe "serkutkirinê" ji bo niha xwenîşandan dabin sekinandin lê "hêzên ewlehiyê nikarin heta hetayê bi vî awayî li kolanan bimînin, loma eger heye ku xwenîşandan careke din dest pê bikin."
Îran: Hêzên derve li pişt in
Alîkarê Nûnerê Daîmî yê Îranê li Neteweyên Yekbûyî Xulam Huseyn Derzî ji Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî re got ku "hêzên derve" û di nav wan de Amerîka û Îsraîl li pişt handana tundiyê ne.
Li gorî îdiaya Derzî, wan hêzan hinek kes han dane ku guleyan li polîs û hêzên ewlehiyê bireşînin û cihên giştî bişewitînin.
Helwesta welatên din
Amerîka
Serokê Amerîkayê Donald Trump, destpêkê gefa êrişa leşkerî xwaribû lê paşê gotinên xwe guhertin û got ew rewşê dişopîne.
Siûdî
Berpirsekî Siûdiyê ragihand ku Siûdiye, Qeter û Omanê ji Trump xwestiye ku "derfetekê bide Îranê" û hişyarî dane ku êrişkirina ser Îranê dê bibe sedema "karvedanên metirsîdar".
Rûsya
Kremlînê ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, bi awayekî cuda bi telefonê bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re axiviye û amadeyiya xwe ya ji bo navbeynkariyê nîşan daye.
Çîroka Îrfan Sultanî
Di nav van rûdanan de, hatibû îdiakirin ku xwenîşanderekî ciwan ê bi navê "Îrfan Sultanî" hatiye darvekirin.
Lê belê rayedarên Îranê paşê ragihand ku ew hatiye desteserkirin lê tohmetên li ser wî ne di asta cezayê darvekirinê de ne.
Tevî qutbûna înternetê jî hîn vîdeo ji Îranê belav dibin.
Yek ji wan vîdeoyan termên ku li ser hev hatine danîn nîşan dide.
Rûdaw