Dilop bi "Di sala nû de, bo ya 'Nû'" derket

.

Kovara çand, huner û polîtîkayê ya du mehane Dilop bi hejmara xwe ya 18'an li pêşberî xwendevanên xwe ye. Kovar ji serê mehê ve dê li cihên firotin û belavkirinê be.

Kovara hejmara rêbendan-reşemî çend roj berî dema xwe çû çapê. Kovara ku bi kurdî û tirkî derdikeve de pêşgotina xwe de pirsa "Sala Nû Dê Çawa Bibe Nû?" kiriye û wisa gotiye, "Ev pirsa herî krîtîk a tarîxa mirovahiyê,  bi qasî felsefeyê mijara çand û hunerê ye jî. 

Li pêşiya mirovahiya ku ji 5 hezar salan  hatiye û gihaye roja îroyîn, mirovahiya  ku bo çareyê ji xwe re ‘xwedayên ewle’  afirandiye lê belê xwe biçûk kiriye tenê  rêyek heye: Têkoşîneke wisa ku ji siyasetê bigire ta bi hunerê, ji felsefeyê bigire ta bi çandê,  di her warî de mirov û rizgariya civakî ya  mirovahiyê esas bigire… 

Girêdayî vê têkoşînê ye bê ka dê sala nû  çiqas ‘nû’ be û saleke bextewar be yan na… Ya nû jî, bextewarî jî bi têkoşînê…"

Kovarê di vê hejmarê de dosyaya xwe li ser "Begên Licê" çêkiriye. Tarik Ziya Ekîncî 10 rûpel li ser meseleyê ji bo kovarê nivîsandiye.

Ji nivîsên kurdî Mesut Alp bi sernavê "Girê cihan ê Nisêbînê: Girnewaz", Kenan Ormek jî li ser "Îdeolojiya çepgir di helbesta Rojen Barnas de" nivîsa xwe nivîsandiye

Wekî din kovarê helbesteke bi navê "Bêbextiya Me" ya Mehmet Çetîn ê ku kurtedemek berê wefat kiribû weşandiye. Ji hevpeyvînan jî Meltem Akyol ligel Îmam Cîcî hevpeyvînek kiriye. Cîcî kurtedemek berê ji bo derxistina kovarake xêrezomanan a bi kurdî bi navê Gog dest bi xebatê kiribû. Di hevpeyvînê de li ser meseleyê axivîne.

Di vê hejmarê nivîsê kesên wekî Bariş Avşar, Haydar Karataş, Fewzî Bîlge, Uygur Orhan, Îbrahîm Karaca, Bulent Gedîk, D. Demiryan, Mehmet Bayrak, Nevzat Onaran, Zeno A. Oguz, Occo Mahabad, Mela Mihyedîn, Recep Maraşli, Enver Ozkahraman (nivîs û foto), û Ayhan Erkmen  hatine weşandin. Her wiha helbestên kesên wekî Iakovos Kambanellis (Werger Suat Baran), Paul Eluard (werger Yeqîn H.), Muslum Aslan hatine pêşkêş kirin.

Ji bo têkilî:

Telefon: 0543 488 69 96

E–mail: dilopdergisi@gmail.com


 

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!