DIAKURD: Nûnerên ereb li Iraqê hîn jî kurdan weke welatiyên mafdar li vî welatî nabînin

.

Komîteya Damezirandina Konfederasyona Kurd a Dîasporayê (DIAKURD), li ser dijayetiya li hember nûnerên Herêma Kurdistanê li Perlemana Iraqê û derbaskirina projeyasaya qerzê bêyî bicihkirina daxwazên Kurdan, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, “Nûnerên Ereb ên li Iraqê hîn jî Kurdan weke welatiyên mafdar ên li vî welatî nabînin û dixwazin bi binpêkirin û gefan li dijî berjewendiyên Herêma Kurdistanê rawestin.”

Di beşeke din hat: “Ev aliyên niha biyarê li dijî gelê kurd derdikin, nabe ti carî ji bîr bikin ku bi hevkarî û fedekariya aliyên kurdî hat vejandin. Herwiha nabe ti carî ji bîr bikin ku li 25ê Îlona 2017an, gelê kurd daxwaza xwe ya serxwebûnê nîşan da û dema rêkeftina du netewan û mafên welatiyan misoger neke, aliyên kurdî li gor daxwaza gelê me pêngavan davêjin.”

Da xuyakirin, “Em bangî hemû perlemanterên kurd û hemû rêxistinên siyasî yên Herêma Kurdistanê dikin, bi yekdengî û yekhelwestî li dijî vê biryara Pelemana Iraqê kar bikin.

Herwiha got: “DIAKURD di vê pirsa hestiyar de piştevaniyeke bihêz dide dezgehên fermî yên Herêma Kurdistanê Perleman, Hikûmet û Serokatiya Herêma Kurdistanê.”

 

Kurdîstan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin
Milano’da Doğan 17 Yaşındaki Kürt Tasarımcıdan Uluslararası Mesaj: Melissa Nur Dikkat Çekiyor
Firat Cewerî pirtûka xwe ya nû li Stenbolê îmze kir
Rola mamosteyan di civakê de û bi taybetî civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê
Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan