Diakurd: Êrîşa PKKê ya ser hêzên Pêşmerge pêşhateke metirsîdar e

.

Konfederasyona Kurdên Diyaspora (Diakurd) bi daxuyaniyekê, êrîşên PKKê bo ser hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê, bi metirsiyeke mezin bi nav dike û ji PKKê daxwaz dike, rêz li îdare û serwerî û biryarên parlemento û hikûmet û Serokatiya Herêma Kurdistanê bigre.

Diakurd di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Herêma Kurdistanê yekane cih e ku ala pîroz a Kurdistanê tê de bi pêl dide û di asta navdewletî de hatiye nasîn. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî destkefta hemû Kurdistanê wesf dike û destnîşan dike; divê hêzên parçeyên din ên Kurdistanê bi hestyarane li vê herêmê binêrin û partiyên rojhilatê Kurdistanê jî weke nimûne nîşan dide, ku ji bo berjewendî û seqamgîriya Herêma Kurdistanê, ti çalakiyeke çekdarî li dijî cîranan encam nadin.

Li ser rêkeftina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê ya ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, Diakurd dibêje: “Rêkeftina navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser rewşa Şingalê, mafê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û heqê ti aliyekî çekdar tine ku gefê lê bixwe.”

Derbarê teqandina boriya petrola Herêma Kurdistanê jî, ku çavkaniya qûta xelkê Kurdistanê ye û PKKê berpirsyariya xwe di teqandina wê de ragihandiye, Diakurd dibêje: “Teqandina boriya petrola Kurdistanê, destdirêjiya ser berjewendî û debara welatiyên Kurdistanê ye û bi ti awayî cihê qebûlkirinê nîne.”

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?