Di salvegera êrîşên ser Girê Spî û Serê Kaniyê de banga 'lêpirsîneke serbixwe' hat kirin

Di salvegera êrîşên ser Girê Spî û Serê Kaniyê de banga 'lêpirsîneke serbixwe' hat kirin

Sazî û pêkhateyên Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, di salvegera 9ê Cotmeha 2019 a destpêkirina êrîşên dagirkirina bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî de ji aliyê Tirkiye û komên çekdar ve,  daxuyanî dan.

Di daxuyaniyan de bang li Neteweyên Yekbûyî (NY û welatên di dosyaya Sûriyê de çalak in hat kirin ku dagirkeriya Tirkiyê li herêmê bi dawî bikin û derbarê tawanan têne kirin de lêpirsîneke serbixwe bidin destpêkirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser ku Tirkiyê bi dagirkeriya xwe ewlehî û aramiya herêmê têk biriye û tevî binpêkirina hemû qanûnên navnetewî hewl daye Sûriyê parçe bike.

Herwiha bang li NY, Yekîtiya Ewropa, Komkara Welatên Ereb, Rûsya û Hevpeymaniya Navnetewî hat kirin, sînorekî ji êrîşên dagirkeriya Tirkiyê re deyinin û komîteyekê ji bo belgekirina tawanên wê li herêmê ava bikin û derbarê tawanên kirine de jî, lêpirsîneke serbixwe vekin.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya salvegerê de dibêje, ew dê ji bo rizgarkirina Serê Kaniyê û Girê Spî û vegera koçberan li warê wan têkoşîna xwe bilind bikin.

Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) jî di daxuyaniya xwe de, bang li NY, Sekreterê Giştî yê RY Antonio Guterres, Amerîka û Rûsyayê kir ku ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirkiyê li herêmên bakurê Sûriyê û derxistina destdirêjkaran ji malên niştecihên resen, bixebitin û koçber bi ewle vegerîn bajar û gundê xwe.

MSDê herwiha banga vekirina lêpirsîneke serbixwe derbarê binpêkirinên ku li Serê Kaniyê û Girê Spî kir û xwest, kesên Hevrîn Xelef şehîd kirine derxin pêşberî dadgeha navdewletî.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê