Di navbera runiştvanên gundekî û çekdarên DAIŞê de şer derket!

Li gor gotinên berpirsekî PDKê îro li gundekî sînorê Şingalê, navbera rûniştvanên gund û hin çekdarên DAIŞê de şer derketiye

Li gor gotinên berpirsekî PDKê îro li gundekî sînorê Şingalê, navbera rûniştvanên gund û hin çekdarên DAIŞê de şer derketiye û runiştvanên gund çekdarên DAIŞê dorpêç kirine.


Berpirsê ofîsa rewşenbîrî û ragehandina baskê 17ê yê PDKê li Şingalê Idrîs Zozanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 24.07.2019ê du kes ji rûniştvanên gundê Xane Şehwanya ya ser bi Şingalê çûne nêçîrê li çiya û winda bûne û rûniştvanên gund jî li dû wan her du hemwelatiyan de çûn û rastî hejmarek çekdarên DAIŞê hatine.’’


Idrîs Zozanî got: ‘’Piştî encama şerê navbera hemwelatiyên wî gundî û çekdarên DAIŞê, xelkê gund çekdarên DAIŞê dorpêç dikin û piştre jî hêzên ewlehiya Iraqê çûne cîhê bûyerê.’’
 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?