Di navbera PKK û pasdaran de şer derket

Li gor agahdarîyên Dezgeha mafên mirov ya Hengawê li devera Makû ya Rojhilatê Kurdistanê, di şerê PKK û pasdarên Îranê de komek gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dan.


Li devera Makû ya Rojhilatê Kurdistanê, di şerê PKK û pasdarên Îranê de komek gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dan.


Dezgeha mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, îro danê sibê li gundê sînorî yê Boralan yê Makû, di navbera gerîlayên PKKê û pasdarên Îranê de şer derket.


Li gorî agahiyan, di wî şerî de sê gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dan û yek jî ji aliyê pasdaran ve hat girtin.
Hefteya borî jî li devera Çaldiran ya Makû di navbera PKKê û pasdaran de şer derketibû. Di wî şerî de 3 pasdar hatibûn kuştin.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?