Di navbera hêzên Kurdî û komên çekdar de şerekî giran derket  

.

Di navbera hêzên Kurdî û komên çekdar de, li hêrêmên Ezaz û Minbicê şer û pevçûnên tund derketin.

Zanyarî destnîşan dikin, şeva borî di navbera hêzên Kurdî û çekdarên girêdayî Tirkiyê de, li eniya Ezazê li bakurê Helebê şer û pevçûn derketin.

Li gor çavkaniyên xwecihî diyar kirin, şer û pevçûn li nêzîkî her du gundên Kefer Kelbîn li başûrê Ezazê û Kefer Hesir li rojavayê wî bajarî derketin û çekên otomatîkî hatine bikaranîn.

Li herêma Minbic jî, şer û pevçûn di navbera şervanên Encûmena Serbazî ya Minbic û çekdarên komên girêdayî Tirkiyê derketine.

Şer û pevçûn li aliyê gundê el-Irêma li başûrê rojavayê Minbic derketine.

Heta niha her du aliyên şer, tu daxuyanî di derbarê encamên wan pevçûnan de nedane.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?