Di kabîneya nû de beşên kurdên êzîdî eşkere bûn

Tê gotin ku di kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê de çar peywirî bi para kurdên êzîdî dikeve.


Tê gotin ku di kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê de çar peywirî bi para kurdên êzîdî dikeve.


Çavkaniyekî ji Lalişê ji televîzyona K24 re behsa beşa kurdên êzîdî di kabîneya nû ya hikûmetê de kiriye û gotiye, di kabîneya nû de dê çar peywir bi para kurdên êzîdî bikeve.


Li gorî agahiyên wî jêderî, di kabîneya nû de parlementerê berê yê êzîdî Şêx Şamo dê bibe şêwirmendê serokê hikûmetê di karûbarên êzîdiyan de, qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl jî dê bibe şêwirmendê parlementoya Kurdistanê bo karûbarên êzîdiyan.


Bi gotina wî meqamê Lalişê, êzîdiyek jî dê bibe wekîla/ê wezîrekî, êzîdiyek jî dê bibe nûnerê êzîdiyan di Wezareta Ewqaf ya Kurdistanê de.

Kurdîstan Haberleri

Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?