Di girtîgeha Ormiyê de 14 girtiyên siyasî dest ji xwarin û vexwarinê berdan

.

Li bajarê Ormiyê, komek girtiyên siyasî yên kurd li dijî binpêkirina mafên xwe dest ji xwarin û vexwarinê berdan.

Malpera mafên mirov ya Hengawê ragihandiye, îro danê sibê 14 girtiyên siyasî û mezhebî yên kurd li girtîgeha navendî ya bajarê Ormiyê de, dest ji xwarin û vexwarinê berdan.

Li gorî agahiyan, ew girtiyên han gotine, ev demek e li girtîgehên Îranê qanûna kêmkirina sizayê girtiyên siyasî bicîh hatiye, tenê li girtîgeha Ormiyê bicîh nehatiye. Ji ber wê jî wan dest bi vê çalakiyê kirine heta mafên xwe bi dest bînin.

Navên wan girtiyên ku dest ji xwarin û vexwarinê berdane, ev in: Dara Reşîdî, Aran Tîbaş, Muhsin Mehalî, Xesro Zeristan, Bêhzad Ebasî, Seyîd Aram Emînul Selamzade, Farûq Levaşekî, Cewad Yûsifî, Mihemed Hesenpûr, Îrec Sofî, Husên Osmanî, Îbrahîm Xelîl Hemedanî, Salar Xelîl Hemedanî, Tofîq Ebdullahî.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?