Di êrîşa ser Mexmûrê de 3 jinan canê xwe ji dest dan

Balafirên şer ên Tirkîyê binkeyeke gerîlayên PKKê li nêzîkî Kampa Mexmûrê bombebaran kirin. Medyaya PKKê dibêje, di êrîşê de 3 welatîyên jin canê xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan - Li gor agahîyên destpêkê, di encama bombebaranê de kuştî û birîndar hene.

Medyayên nêzîkî PKKê piştrast kirine, ku balafirên Tirkîyê nêzîkî Kampa Mexmûrê bombebaran kirine û dîyar kirine, ku êrîş bi balafirên bêpîlot hatîye encamdan.

Li gor medyaya nêzîkî PKKê, di êrîşê de 3 welatîyên jin canê xwe ji dest dane û hejmarek kes jî birîndar bûne, lê hejmara birîndaran aşkere nekirîye.

Medyaya PKKê dibêje, ew hersê jin dema ji bêrîyê vegerîyane, ber êrîşa balafirên Tirkîyê ketine û jîyana xwe ji dest dane.

Heman çavkanîyan dîyar kirine, ku ew dema du rojan e ku tevgereke zêde ya balafirên keşfê yên artêşa Tirkîyê li sînorê esmanê Mexmûrê heye.

Hêj Tirkîyê têkildarî bombebarana Mexmûrê ti daxuyanîyek nedaye.

Bombebarankirina Mexmûrê ji alîyê Tirkîyê ve di demekê de ye, ku her îro blafirên şer ên Tirkîyê di nava 12 saetan de du caran devera Zînî Wertê bombebaran kirin.

Li alîyekê din, Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê têkildarî bombebarana devera Zînî Wertê daxuyanîyek belav kirîye û ragihandîye, 4 gerîlayên PKKê di vê êrîşê de jîyana xwe ji dest dane.

Rudaw

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist