Di doza Kemal Kûrkût de polîs beraet kir

.

Li 7emîn Dadgeha Cezaya Giran a Diyarbekirê, danişîna doza xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût, yê di pîrozbahiyên Newrozê de ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin, pek hat û di encamê de polîsê kujer beraat kir.


12emîn danişîna doza ku derbarê polîsê kujer Y.Ş. de bi sûcdariya “kuştina bi zanebûn” li 7emîn Dadgeha Cezaya Giran a Diyarbekirê hatibû vekirin, pêk hat.


Li gor zanyariyan, polîsê bersûc û parêzerên xwe tevlî danişînê nebûn. Parêzerên malbata Kûrkût, Mehmet Emîn Aktar, Cîhan Aydin, Serdar Çelebî, Sîdar Avşar, Mehmet Oner û Mûhlîs Ogûrgul li danişînê amade bûn. 


Herwiha di danişînê de, dozgerê dozê dîsa mutalaaya xwe dubare kiriye û bi sûcdariya “kuştina bi zanebûn” daxwaz kiriye, bersûc Y.Ş. ji 3 salan heta 9 salan bê cezakirin. Lêbelê, dozger vê bûyera kuştinê weke texsîr dît û daxwaz kir ku polîs beraat bike û di encamê de şandeya Dadgehê, piştî parastinan biryara beraata polîsê kujer da û kujer beraat kir.
 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?