Di dema Corona de bîranîn jî dijitalize bûn

.

RÛPELA NÛ / Ji ber Corona gelek tradîsyon, adet, şîn, taziye û şahî iptal dibin.  Rengê jiyana sosyal  û rengê civakê hatiye guhertin. 

Her cureyê civinan, konferans, dibistan, kar û jiyana rojane hemû dijitalize bûne, li platformên dijital pêk tên.

Herî dawî bîranîn jî dijital bûn.

Doh salvegera yekem ya koça Hesen Yoldaş (Serdar Karataş) bû. Hin hevalên wî bi komcivînekê ew li ser Zoomê bibîranîn.

Hevalên wî, her yek bi bîranîn û serpêhatiyên xwe qala Hesen Yoldaş kirin.

Hesen Yoldaş salek berê 13/1 bi qezayek trajîk wefat kiribû.

Hesen Yoldaş di tekoşîna netewî ya kurd de kadirekî mêrxas bû. Ji ber sedemên siyasi li Îstanbul, Efrîn, Beyrût, Şam, Stockholm, Sofya, Entab û Hewlêrê jiyan kir.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?