Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî dê hezar xaniyan bo xelkê Şingal ava bike

.

Berpirsê ofîsa Şingalê yê Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî aşkera kir di plana wan de heye ku nêzîkî hezar xaniyan bo xelkê Şingalê ava bikin.

Îro 16.12.2020ê berpirsê ofîsa Şingalê yê Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî Pîr Deyan Cehfer ji BasNewsê re ragehand, ku awayê alîkariyan bo xelkê Şingalê dê biguherin û di plana dezgayê wan de ye ku nêzîkî hezar xaniyan bo xelkê deverê ava bikin.

Herwaha aşkera kir, hemû rêxistinên xêrxwaziyê bendewariyê dikin bo temamê rêkeftina asayî kirina rewşa Şingalê bicîh bê û asayîşa navçeyê rûnê û xelk vegere. Ew jî dê wê demê alîkariyan bigehînin xelkê kêmderamet ê Şingalê.

Pîr Deyan Cehfer balkêşa ser wê yekê jî ku hêz û çekdarên nerewa tenê al anîne xwarê û cilûbergên din li ber kirin û li Şingalê nemane. ‘’Wê yekê jî wisa kiriye ku xelk û rêxistin jî nikaribên biçin Şingalê û li bendê ne bi temamî rewş asayî bibe.’’

Pîr Deyan ragehand, wekî Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî plana wan a nû ku danîne, dixwazin xaniyan bo xelkê Şingalê ava bikin.

 

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin