Dewleta Tirkîyeyê midaxaleyî bibîranîna 40 rojîya wefata welatperwerê Kurd Hemîd Kiliçaslan kir

.

Malbata welatperwerê Kurd , Berdevkê PDK-Bakur Hemîd Kiliçaslan(Hemîdê Simeîl Axa), bi minasebeta 40 rojîya wefata Hemîd Kiliçaslan xwestin li Qoserê, li gundê Dêrika Simeîl Axa mewlûd û bibîranînek lidar bixin.

Li gel malbata Hemîd Kiliçaslan, rêvebir û endamên PAKê û yên PDK-Bakur û gelek welatperwer jî di bibîranîna mewlûda 40 rojîya Hemîd Kiliçaslan de li gundê Dêrika Simeîl Axa amade bûn.

Lê hêzên ewlekarîyê yên Dewleta Tirkîyeyê midaxaleyî vê bibiranînê kirin û gotin ‘’Qedexe ye ku hûn bi vî rengî kom bibin û qedexeye ku hûn bi girseyî herin ser mezelî’’.

Piştî axaftina malbata Hemîd Kiliçaslan û hêzên ewlekarîyê, nêzîkî 30 kesî çûn ser mezelî û Hemîd Kiliçaslan bibîranîn.

Li ser mezelî li ser navê PDK-Bakur Suheyl Mûcîn, li ser navê PAKê Serokê Teşkîlata Mêrdînê ya PAKê Bedran Acar, karsazê Kurd Bedrettin Karaboga, sîyasetmedarê Kurd îbrehîm Guçlu di derbarê jiyan û malbat û têkoşîna Hemîd Kiliçaslan axaftin.

Li ser mezelî li ser navê PDK-Bakur Suheyl Mûcîn behsa xebat û têkoşîn û biryardarî û dilsozîya Hemîd Kiliçaslan ya di xebata rêxistinî û ya di doza azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê de kir.

Endamê Meclîsa PAKê û Serokê Teşkîlata Mêrdînê ya PAKê Bedran Acar li ser navê Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik û li ser navê hemû rêvebir û endamên PAKê Hemîd Kiliçaslan bibîranî û got ‘’Kek Hemîdê Simeîl Axa, kedkar û kadroyekî pêşneg ê doza azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê bû. Mixabin di van şerdên kambax ê Pandemîya Koronayê de ji nav me koça dawî kir. Ez li ser navê Serokê partîya me birêz Mustafa Özçelîk û li ser navê hemû rêvebir û endamên PAKê , di 40 rojîya wefata wî de ,sersaxîyê ji hemû malbat û heval û hezkirîyên kek Hemîd re dixwazim. Bila serê gelê Kurdistanê sax be’’.

Hemeşîrê Hemîdê Simeîl Axa û Karsazê Kurd Bedrettîn Karaboga jî behsa rol û girîngîya Hemîd Kilişaslan ya malbatî û eşîrî kir.

Sîyasetmedarê Kurd îbrehîm Guçlu jî di derbarê jîyana Hemîd Kiliçaslan ya Kurdewarî û welatperwerîyê û di derbarê xebata wî ya bênavber ya di doza Kurdistanê de axaftine kir.

Piştî bibîranîna li ser mezelî, li mala Hemîd Kiliçaslan mewlûd hate danîn.

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!