Dewleta Îranê nahêle alîkarîya mexdûrên lehîyê bê kirin

Rêjîma Îranê nahêle xelkê Rojhilata Kurdistanê ji mexdûrên lehiyê ra alîkariyan kom bikin, kesên ku wê yekê jî dikin, rastî lêpirsîn û tehdîdan tên.

Ev çend roj in li gelek bajar û deverên Rojhilata Kurdistanê, kampanyayên komkirina alîkariyan bo mexdûrên lehiya Îranê bi taybet mexdûrên Loristanê hatine organîzekirin û gelek alîkarî hatine komkirin.

Yek ji wan kampanyayan “Zagros Li Hêviya Me Ye” ye. Ew kempên ji aliyê aktîvîstên sivîl ve hatiye organîzekirin, ew alîkariyên ku tên komkirin jî yekser bo Loristanê tên şandin.

Lê li gorî agaihyên dezgeha Hengaw, rêjîma Îranê ji vê yekê aciz bûye û wê kampanyayê bi alîgirtiya partiyên Rojhilatî tohmetbar dike ji ber wê jî organîzatorên wê rastî lêpirsînê û tehdîdê tên.

Di çarçoveya wê yekê de, endamên kampanyayê li bajarên Şino, Mehabad, Bokan û Seqizê ji aliyê îstixbaratê ve rastî lêpirsînê hatine û hatine tehdîdkirin ku dest ji wê kampanyayê berdin û alîkariyên ku kom kirine jî bidin dezgehên hikûmetê.

Yek ji endamên kampanyayê gotiye, ew newêrin alîkariyan bidin dezgehên hikûmetê çimkî baweriya wan bi wan nayê, ji ber ku dezgehên hikûmetê alîkariyan nadin mexdûran!

Kurdîstan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin
Milano’da Doğan 17 Yaşındaki Kürt Tasarımcıdan Uluslararası Mesaj: Melissa Nur Dikkat Çekiyor
Firat Cewerî pirtûka xwe ya nû li Stenbolê îmze kir
Rola mamosteyan di civakê de û bi taybetî civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê
Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan