Desteya Serbixwe ya Mafên Mirova ya Kurdistanê piştevaniya biryarên kabîneya nû kir

Desteya Serbixwe ya Mafên Mirova ya Kurdistanê piştevaniya xwe bo biryarên hikûmeta Kurdistanê li ser nehîştina tiştên rotîn, bertîl û gendeliyê nîşan da.

Desteya Serbixwe ya Mafên Mirova ya Kurdistanê piştevaniya xwe bo biryarên hikûmeta Kurdistanê li ser nehîştina tiştên rotîn, bertîl û gendeliyê nîşan da.


Duhî kabîneya nû ya hikûmeta Kurdistanê yekemîn civîna xwe bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî li dar xist.
Di civînê de çend biryarên girîng yên mîna nehîştina tiştên rotîn, bertîl û gendeliyê di nav dezgehên hikûmetê de hatin dayîn û têkesî li ser şefafiyetê hat kirin.


Desteya Serbixwe ya Mafên Mirova ya Kurdistanê, îro di daxuyaniyekê de piştevaniya xwe bo wan biryarên hikûmetê nîşan da û ragihand, bila hikûmet çavdêriya bicîhanîna wan biryaran bike, her wiha hewl bide pirsgirêkên bûdce û mûçeyên welatiyan jî çareser bike.
 


 

Kurdîstan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin
Milano’da Doğan 17 Yaşındaki Kürt Tasarımcıdan Uluslararası Mesaj: Melissa Nur Dikkat Çekiyor
Firat Cewerî pirtûka xwe ya nû li Stenbolê îmze kir
Rola mamosteyan di civakê de û bi taybetî civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê
Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan