Dêrezor- HSDê xwepêşandana li dijî Macron belav kir

Dêrezor- HSDê xwepêşandana li dijî Macron belav kir

Li gundewarê Dêrazorê xwepêşandan li dijî Serokê Frensayê Emmanuel Macron derketin. HSDê xwepêşander ji hev belav kirin û 2 xwepêşander jî birîndar bûne.

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan (SOHR) belav kir, li her du bajarokên Bisêra û Xeranîc yên Dêrazorê, xwepêşandanek li dijî Serokê Fransa Emmanuel Macron derketine û tê de daxwaza derketina hêzên Frensî ji deverê kirine.

Herwiha SOHRê belav kiriye ku xwepêşanderan ala Franesa û wêneyê Macron şewitandine.

SOHRê dibêje ji bo belavkirina xwepêşanderan HSD gule bi ezman de berdan û di encam de du kes birîndar bûne.

Ev xwepêşandan piştî wê yek tê, Polîsa Fransî pêr ragihandibû, mamosteyekî Fransî ku karîkatorên pêxemberê îslamê di waneyê de nîşan dabû, piştre jî ew mamoste ji aliyê kesekî ve hat serjêkirin. Wê yekê jî gelek karvedan li pişt xwe anî.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê