Derbarê Demîrtaş de doznameyek nû hat amadekirin

Serdozgeriya Komarî ya Enqerê derbarê Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş de ku niha zindanîkirî ye, doznameyek nû amade kir.

Li gor zanyariyan Serdozgeriya Komarî ya Enqerê derbarê Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş de doznameyek amade kir ku tê de 3 sal cezayê zindanê bo Demîrtaş tê daxwazkirin.

Roja 7ê Çileya 2020an li Sîncana Enqerê rûniştineke dadgehîkirina Selahedîn Demîrtaş birêve çûbû û li gor zanyariyan dozgeriyê beşek ji gotinên Demîrtaş ên derbarê Serdozgerê Komarî yê Enqerê Yuksel Kocaman de wek sedema amadekirina vê doznama nû nîşan da.

Li gor gotina parêzerê wî, Selahedîn Demîrtaş di parêznameya xwe ya wê rûniştinê de gotibû, “Hemû ew proseya deryasayî bi rêya Serdozgerê Komarî yê Enqerê Yuksel Kocaman birêve diçe.”

Parêzerê Demîrtaş Mahsunî Karaman ji televîzyoneke Tirkiyê re li ser vê bûyerê ragihand, “Bawer im ji van gotinan aciz bûne. Doz li ser parêznameya Demîrtaş jî vedikin. 2016an jî li ser parêznameya wî doz vekirîbûn.”

Serdozgerê Komarî yê Enqerê Yuksel Kocaman berî çend rojan zewicî bû û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî beşdarî di ahenga wan de kiribû.

Piştî beşdariya wî di dawetê de, Yuksel Kocaman jî li Koşka Serokkomariyê serdana Recep Tayyîp Erdogan kiribû.

Li aliyê din Cahit Kirkazak ku yek ji parêzerên Demîrtaş e, li Twittera xwe belav kiribû ku wî serdana Demîrtaş kiriye û gotibû, “Silavên wî bo her kesî hebûn. Ev ji bo hinek dozgeran bibîr xist: Demekê wesayîtên zirhî jî wek diyarî bi hinek dozgeran hatin dayîn, lê dîsa jî ji darizandinê rizgar nebûn; ew tûrikên diyariyan ku didin destê we, dê we ji dadgehîkirinê rizgar nekin.”

Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş ji sala 2016an ve li girtîgeha bajarê Edîrnê zindanîkirî ye.

 

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!