'Dengê Pepûkê - Haîkûyên Îlona Nû' derket

'Dengê Pepûkê - Haîkûyên Îlona Nû' derket

Nivîskar û helbestvan Ulku Bîngol bi pirtûkek din li pêşberî xwendevanan e: “Dengê Pepûkê – Haîkûyên Îlona Nû”.

Ev demeke meseleya haîkûyan, nûbûna di helbesta kurdî de, gotin, nîqaş û rêveçûneke cuda di helbesta kurdî de xwe nîşan dide. Yan jî wisa dixuye. Nûbûn tiştek baş e. Niha yeka din li wan zêde bû. Nivîskar Ulku Bîngol pirtûka xwe ya nû ya helbestan bi navê “Dengê Pepûkê - Haîkûyên Îlona Nû” weşand. Pirtûka helbestan ji Weşanên Na derketiye. Mirov dikare ji aliyê teşe û çawaniyê ve berhemê wekî hewldaneke li xwe zêdekirinekê jî bibîne. Ligel viya jî ev berhem, bertek û lihember derketina pêkutî û kaotîka modernîzmê ye. 

Haîkûyên Îlona Nû yên Bîngol di Dengê Pepûkê de dest ji a kevn ber dide û bi hespê Îlona Nû dikeve rêyek nû, şêwazek nû, estetîkek nû, hêmayek nû. Dibê nefret e zeman û li hember vî zemanî dide dû zemanên din. Pirtûka helbestan a Bîngol ji 54 rûpelan pêk tê. 

Berî vê bi navê "Sîba" û "Hespên Hesinî" jî du pirtûkên din ên Ulku Bîngol ji Weşanên Na derketibûn. Her wiha bi navê "Peyman" û "Mohra Xwedê" du pirtûkên wî ji Weşanên Ronahî derketibûn.

- Dengê Pepûkê - Haîkûyên Îlona Nû / Ulku Bîngol / Helbest / Weşanên NA / 2020

 

Kurdîstan Haberleri

Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan
Kemal Tolan: Spas ji bo nêrîn û şîrovên van mamosteyan !
Lara Dizeyî bi koleksiyona xwe Kurdan dide nasîn: Keleha Hewlêrê û Alaya Kurdistanê
Mustafa Ozçelîk: 500 Hejmarên Rojnameya Agirî, Berhema Ked û Niştimanperweriyê ye
Çorê Arda: Rexneya Kurdî hîn kamil nebûye