Dengbêj Silo Qiz bi axê hat spartin

Dengbêjê naskirî yî Dêrsîmê Silêman Dogan ku weke şahidê komkujîya Dêrsimê ye û bi nasnavê "Silo Qiz" dihat nasîn, li Dêrsimê bi beşdarîya bi sedan kesî hat veşartin.

Navenda Nûçeyan- Dengbêj Silêman Dogan ku weke şahidê komkujîya Dersimê bi navê "Silo Qiz" dihat nasîn, duhê koça dawî kiribû. Dogan, îro roja yekşemê 15-12-2019an li bajarê Dêrsimê hat veşartin. Ji bo Dogan destpêkê, li Mala Cemê ya Piştevanî û Berbelavkirina Çanda Haci Bektaş-i Velî, merasîmek hat lidarxistin. Zarok û nevîyên dengbêj Dogan, Şaredarê Dersimê Mehmet Fatîh Maçoglû, şaredarên navçeyan û berpirsên Partîya Dmeokratîk a Gelan (HDP) yên Dêrsimê û nerên rêxistinên sivîl û bi sedan kes tevlî merasîmê bûn.

Herwiha berîya merasîma li Mala Cemê, stranên Dogan hatin guhdarkirin. Lêkolîner û nivîskar Cemal Taş û li ser navê hunermendên Dêrsimê Mazlûm Buyuktaş, çend behsa jîyana dengbêj Silêman Dogan kirin.

Piştî merasîma li Mala Cemê, cenazeyê Dogan, li gundê Mîlûyê yê ser bi Dêrsimê, bi beşdarîya bi hezaran kesî bi axê hat spartin.

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê