Dengbêj Esker Cizîrî jiyana xwe ji dest da  

.

Ji ber celteya dil, Dengbêj Esker Cizîrî jiyana xwe ji dest da. Cizîrî, dengbêjê herêma Botanê û ji ekola Mihemed Arif bû.

Dengbêj Esker Cizîrî welatiyê bajarokê Cizîrê yê parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê bû û jiyana xwe dabû hunera Kurdî, do di saet 16.30an de, li mala xwe ya li Cizîrê celta dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.

Esker Cizîrî, yek ji dengbêjên Botan û ji ekola Mihemed Arîf û Hesen Cizîrî bû. Mihemed Arif Cizîrî û Esker Cizîrî tu caran hev nedîtine, lê li gor riwayetekê Mihemed Arif guhdariya dengê Esker Cizirî kiriye, deng û şêwaza wî ewqas ecibandiye ku Cizîrî weke kurê xwe bi nav kiriye.

Dengbêj Esker Cizîrî, di 1955an de ji dayik bûbû û bavê 9 zarokan bû. Berî 3 mehan bi vîrusa Koronayê ketibû û baş bûbû.


 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?