Dema civîna Parlamentoya Kurdistanê diyar bû!

Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê dema civîna Parlamentoyê destnîşan kir û vexwandina fermî ji parlamenteran re rêkir


Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê dema civîna Parlamentoyê destnîşan kir û vexwandina fermî ji parlamenteran re rêkir.
Malpera fermî ya Parlamentoya Kurdistanê bangevaznameyek bi îmzaya seroka Parlamentoya Kurdistanê Dr. Vala Ferîd ve belav kir û hemû parlamenter vexwandin bo civîna roja 06.07.2019ê.


Daxuyanî waha ye:


Bangevaz bo hemû endamên birêz ên Parlamentoya Kurdistanê.
Li gor hukmê birgeya sêyem a madeya 18ê ya peyrewa navxwe ya Parlamentoya Kurdistan – Iraqê, me biryar daye bang li hemû endamên birêz ên parlamentoyê bikin, bo rûniştina hejmara 10 a asayî, ya sala yekem a dema helbijartinên 5em a Parlamentoya Kurdistan – Iraqê, ku rûniştin roja 06.07.2019ê demjimêr 11:00ê dê pêkbê û tîka dikim dema diyarkirî de amadebin.


Li gel rêz


Dr.Vala Ferîd Îbrahîm
Seroka Parlamentoya Kurdistanê.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?