Dema binçavkirina siyasetmedaran hat dirêjkirin

Dema binçavkirina siyasetmedarên ku di çaroveya lêpirsîna “bûyerên Kobanê” de hatibûn binçavkirin, hat dirêjkirin.  

20 siyasetmedarên Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, Hevseroka Giştî ya BDP’ê ya berê Emîne Ayna, endamê MYK’a dema nû ya HDP’ê Alp Altinors, parlamenterên berê Ayla Akat Ata û Altan Tan jî di nav de berî bînin edliye, ewlekariyek zêde hat girtin. Polîs li hemû qadên Edliyê hatin bicihkirin û polîsan di ketina avahiyê de barîkat danîn. 

 

Endamên MYK’a HDP’ê ya sala 2014’an jî di nav de siyasetmedarên ku di çaroveya Lêpirsîna “bûyerên Kobanê” de hatibûn binçavkirin, anîn Edliyeya Enqereyê. Li ser daxwaza dema zêdek a dozger, siyasetmedarên ku derketin dadgehê dema binçavkirina wan hat dirêjkirin. 

 

Piştî vê yekê polisan siyasetmedaran careke din birin Miduriyeta Polisan a Enqereyê.

 

 

 

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê