Delîl Dîlanar li Diyarbekirê stran û kilamên ji hev xweştir pêşkêşî hezkiriyên xwe kirin

.

Hunermendê kurd ê navdar Delîl Dîlanar piştî 27salan yekem car li Diyarbekirê konserek da û ji hezkiriyên xwe re stran û kilam striyan.

Hunermendê kurd ê navdar Delîl Dîlanar piştî 27salan yekem car li Diyarbekirê konserek da û ji hezkiriyên xwe re stran û kilam striyan.

Delîl Dîlanar got; wî gelek bêriya welatê xwe kiribû û her dixwest li Diyarbekirê konserekê bide, bi vê konserê mirada wî bi cih hat. Dîlanar amaje kir ku; divê kurd ji hevdu nexeyîdin.

Hunermendê kurd ê naskirî Delîl Dîlanar piştî 27 salan yekem car li Diyarbekirê konsereke da û ji hezkiriyên xwe re stran û kilam gotin.

Dîlanar dema ku derket ser dike behsa xerîbiya welatê xwe kir û got; mirada wî her ew bû ku li welatê xwe konseran bide û bi van konseran mirada wî bi cih hat.

Ji çar aliyên welat û Tirkiye û hin welatên ewrûpa bi sedan kes ji bo ku stran û kilamên Delîl Dîlanar guhdarî bikin hatin salona konserê.

Delîl Dîlanar, him stran û kilamên xwe gotin him jî behsa girîngiya yekrêziya nav mala kurdan kir û got; ti lukseke kurdan nîne ku ji hev bixeyîdin, divê hemû kurd rêzê li hevdu bigirin û ji hevdu hez bikin.  Delîl Dîlanar hem li tembûrê xist hem jî meya yek ji efsaneyên muzîka kurdî  Egîdê Cimo lê da.

Hezkiriyên Dîlanar gotin; ji ber ku ew dengbêjiyê bi amûrên hemdem berdewam dike nifşên nû jî ji dengbêjiyê hez dikin.

Rêveberên Amedsporê şalgerdana tîma xwe diyariyî Delîl Dîlanar kirin û ew ji bo temaşekirina pêşbirkan vexwendin. Dîlanar nêzîkî du demjimêrên li ser dikê kilamên wekî Serayê, Şerê Terxan û Dewrêşê Evdî gotin.

Dîlanar dê di 14ê Gulanê li Mêrdînê, 15ê Gulanê li Rihayê û di 28ê Gulanê de jî li Stenbolê konseran bide.

Çavkanî / Kurdistan 24

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!