Dana Gas: Hilberîna petrol û gazê li herêma Kurdistanê tê berfirehtir kirin

Dana Gas: Hilberîna petrol û gazê li herêma Kurdistanê tê berfirehtir kirin

Şîrketa Dana Gas a Îmaratî ragihand, ew hilberîna petrol û gazê li Herêma Kurdistanê berfirehtir dikin.

Şîrketa Dana Gaz di daxuyaniyekê de aşkere kir, wê beşek ji karên xwe li kêlgehên petrolê yên li Misrê bi 236 milyon Dolar firotiye, ji bo projeyên xwe li cihekî din bi pêş bixin.

Serokê Cibicîkar ê Şîrketa Dana Gas Dr. Patrick Allman Word di daxuyaniyekê de got: Armanca me her tim ew e ku em herî zêde qazancê bigihînin hevalbendên xwe. Rêkeftina firotina wan berjewendiyan li Misirê beşek e ji wê stratejîyê. Bi dawîkirina prosesa firotinê dê alîkariya me bike ku em rewşa xwe ya darayî bihêztir bikin da ku em li ser baştirkirina kar û xebatên xwe yên li Herêma Kurdistana Iraqê bikin.”

Serokê Cibicîkar ê şîrketa Dana Gas ê got: “Herêma Kurdistanê xwedî yedekeke mezin a petrolê ye ku dikare bişkê me bigihîne zêdetir ji milyarek bermîlên petrolê. Di wê petrola xam de, birek bêhempa madeya Hydrocarbon tê de heye ku di pêşerojê de tê dîtin û pêşvebirin.”

Şîrketa Dana Gas li Rojhilata Navîn taybet e di sektora gaza xwezayî de, yekemîn û mezintirîn kompanya ye. Di sala 2005an de hatiye damezrandin û li Îmaratên Erebî, Misirê û Herêma kurdistanê kar dike.

 

Kurdîstan Haberleri

Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan
Kemal Tolan: Spas ji bo nêrîn û şîrovên van mamosteyan !
Lara Dizeyî bi koleksiyona xwe Kurdan dide nasîn: Keleha Hewlêrê û Alaya Kurdistanê
Mustafa Ozçelîk: 500 Hejmarên Rojnameya Agirî, Berhema Ked û Niştimanperweriyê ye
Çorê Arda: Rexneya Kurdî hîn kamil nebûye