DAIŞê yek milyon pirtûkên zankoya Mûsilê şewitandine  

Çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê nêzîkî milyonek pirtûkên pirtûkxaneya zankoya Mûsilê şewitandine.

Li gor nûçeya çapemeniya Iraqê serokê zankoya Mûsilê Qusey Ehmedî ragehandiye, DAIŞê 144 xanî û avahiyên zankoya Mûsilê wêran kirine. Herwaha 217 wesayîtên zankoyê, dizî û têkşikandina rêjeya sedî 80 ya ezmûnan û sedî 60ê sîstemam elektrîkê jî têkbirine.

Qusey Ehmedî got, di heyama ku Mûsil ketibû dest çekdarên rêxistina terorîst ên DAIŞê, nêzîkî milyonek pirtûk û destnivîsên pirtûkxaneya navendî ya zankoya Mûsilê jî şewitandine.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?