DAÎŞê gundekî Xaneqînê dan ber topan!

Li gorî agahîyên ewil, kuştî û birîndar tunene.

Li gorî agahîyên ewil kuştî û birîndar tunene.
Çekdarên DAIŞê gundekî bajarê Xaneqînê dan ber topan.


Efserekî asayişa Xaneqînê ji BasNewsê re got, terorîstên DAIŞê şeva borî gundê Îslah yê bajarokê Celewla yê Xaneqînê dan ber topên hawanan.


Bi gotina wî efserê asayişê, topek li xaniyekî ketibû lê neteqîbû, yên din jî li derdora gund ketibûn.


Wî efserê asayişê da zanîn, di wê êrişê de tiştek bi ti kesî nehat lê tirsek mezin ketiye nav xelkê gund. Hinek jî ji gund derketine.
 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?