Çekdarên DAIŞê êrişî gundekî bajarê Xaneqînê kirin, du serbaz û du sivîl birîndar bûn.
Berpirsê komîteya YNKê li nahiya Gulale ya Xaneqînê, Xelîl Xudadad ragihand, ku şeva borî li gundê Îslah yê Gulale bombek bi otomobîlekê de teqiya.
Xelîl Xudadad her wiha got, piştî teqînê çekdarên DAIŞê êrişî gund kirin lê hêzên Iraqî û gundiyan bersiv dan, ji ber wê jî şer derket.
Li gorî agahiyên wî berpirsê YNKê, di wî şerî de du serbaz û du sivîl birîndar bûn, şofêrê otomobîla ku bomb pê de teqiyabû, jî wenda ye.
Berpirsê komîteya YNKê li Gulale da zanîn, îro danê sibê jî li gundê Îslam bombek teqiya lê ti ziyana wê nebû.
Kurdîstan Haberleri
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?