DAIŞê êrîş kir!

Li bajarê Selahadînê rêxistina terorî ya DAIŞê êriş kir û di encama wê êrişê de leşkerek û zarokekî jiyana xwe ji dest da. Di şerekî li Anbarê de jî 4 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

Çavkaniyên ji Selahadînê û Midûriyeta Ewlehiyê ya Anbarê diyar dikin ku di êrişên li her du bajaran leşkerekî û zarokekî jiyana xwe ji dest daye û 4 terorîstên DAIŞê hatine bêbandorkirin.

Piştî ku cihê ku moşek jê tên avêtin hatin tesbîtkirin, li dijî wê herêmê operasyonek hate kirin.

Li navenda eyaleta Anbarê Ramadiyê, li herêma ku 160 kîlometre dikeve rojavayê, di navbera hozên el-Cegayfe û terorîstên DAIŞê de şer derket û di encama wê de 4 terorîst mirî hatin bidestxistin.

Kurdîstan Haberleri

Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?