DAIŞê berpirsiya xwe ya kuştina 3 rojnamevanên jin ragihand

.

Rêxistina terorîst DAIŞê ragihand ku 3 rojnamevanên jin yên ku li Afganistanê hatibûn kuştin, ji aliyê wan ve hatine terorkirin.

Doh 2yê Adarê li bajarê Celal Abad li wîlayeta Nengerhar ya Afganistanê, 3 rojnamevanên jin ku karmendên televîzyoneke herêmî bûn, di encama du êrîşên cuda de hatibûn kuştin.

Li gorî zanyariyên destpêkê dihat gotin ku ew rojnamevan ji aliyê Talibanê ve hatine kuştin, lê DAIŞê ragihand ku ew jin ji aliyê çekdarên wan ve hatine kuştin, ji ber ku xizmeta hikûmeta Afganistanê dikirin.

Hat zanîn navê wan jinên rojnamevan Mursal Wahîdî, Saadia Sadat û Şehnaz Raufî ye ku temenê wan di navbera 18-20 salan de bûye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, sala borî payîzê jî peyamnêreke heman televîzyonê bi navê Melale Mîwend ji aliyê DAIŞê ve hatibû kuştin.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?