Dadgehekê pirtûkeke Weşanxaneya Avestayê qedexe kiriye

.

Dadweriya Aştî û Cezakirinê ya Mêrsînê biryar daye ku pirtûka bi navê “Şehît, Xayîn û Welatparêz – Ji Şerê Kendavê Heta Roja Me Kurdistan” ya Sheri Laizerî were qedexekirin û komkirin.

3yem Dadweriya Aştî û Cezakirinê ya Mêrsînê biryar daye ku pirtûka bi navê “Şehît, Xayîn û Welatparêz – Ji Şerê Kendavê Heta Roja Me Kurdistan” ya Sheri Laizeri were qedexekirin û komkirin.

Weşanxaneya Avestayê ya ku pirtûk çap kiriye biryara dadgehê li ser hesabê xwe yê Twitterê aşkere kiriye û di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku digel biryar di 29ê Çiriya Paşiyê ya 2017an de hatiye dayîn, îro (2.03.20121) zanyarî ji weşanxaneyê re şandine.

Weşanxaneyê her weha gotiye ku heman pirtûk dema hatibû çapkirin, lêpirsîna wê hatibû kirin û piştî wan îtiraz lê kiriye doz hatibû betalkirin.

Weşanxaneya Avestayê biryara dadgehê bi van gotinan ragihandiye kiriye:

“Herkes dikarin li ser kurdan biaxivin, lê kurd nikarin derbarê xwe de biaxivin, binivîsin, zanyariyan biafirînin, ev tê astengkirin û bi yasayan ceza li wan tên birîn. Ti qedexe, zext û astengî nikarin me ji rêya me vegerînin. Em ê bi heman biryardariyê xebatên xwe berdewam bikin.”

Di sê salên derbasbûyî de dadgehan 15 pirtûkên Weşanxaneya Avestayê qedexe kirine.

Weşanxaneya Avestayê pirtûk di sala 2007yê de bi wergera Îbrahîm Bîngolî çap kiriye.

Kurdîstan Haberleri

Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?